Tîpên Alfabeya Kurdî û Helbestên Zarokan — Mahsum Nisebini kitap kapağı
Diğer Dildeki Yayınlar Kürtçe

Tîpên Alfabeya Kurdî û Helbestên Zarokan

Yayın yılı
2026
Sayfa
78
Dil
Kürtçe

Kitap hakkında

Ev pirtûka ku ji aliyê Mahsûm Nisêbînî ve hatiye nivîsandin, bi navê "Tîpên Alfabeya Kurdî û Helbestên Zarokan" ye. Ev berhem ji bo ku zarok bi awayekî hêsan û bi kêf, fêrî alfabeya kurdî bibin hatiye amadekirin. Pirtûk bi taybetî li ser van xalan disekine: Alfabeya Latînî Alfabeya kurdî ya latînî ku ji 31 tîpan pêk tê, bi hûrgulî tê nasandin. Helbestên alîkariya perwerdê dikin; Ji bo her tîpekê helbestek taybet hatiye nivîsandin ku zarok hem tîpan nas bikin û hem jî peyvên nû fêr bibin. Kultûr û Xweza; Di helbestan de behsa xalxalokan, çemê Firatê, çiyayê Herekolê û cejnên neteweyî mîna Newrozê tê kirin, ku ev yek girêdana zarokan bi çand û xwezaya wan re xurt dike.Ev pirtûk ji bo zarokan ne tenê amûreke fêrbûna alfabeyê ye, di heman demê de mîna baxçeyekî rengîn e ku bi helbest û mînakên jiyanî hatiye neqşandin... Alfaba kurdî xweş e Alfaba kurdî xweş e Gelek tîp lê direşe Reng û deng pirr balkêş in A-Tîpa serekêş e Sîh û yek tîpên neqşîn Bi xunav gul û rengîn Çavkanî û hebûn in Ew in li herk û şêrîn Bişt û sê tîp dengdar in Pirr bi wate bi bar in Di nava gotinan de Neqşên çandê û war in Heşt tîpên xwe dengdêr in Dengî bi coş didêr in E-I-U Denge kurt in Lê pirr bi xêr û bêr in Alfaba min û we ye Ew tovkê çanda me ye Xelkê me yê ser bilind Fêrbûn li benda me ye