Şewqeya Sêhrbazo — Tove Jansson kitap kapağı
Diğer Dildeki Yayınlar Kürtçe

Şewqeya Sêhrbazo

Yayın yılı
2026
Sayfa
156
Dil
Kürtçe

Kitap hakkında

Ev çîrok sibeheke zû bi sêhr û efsûnê dest pê dike û şeveke germ a tebaxê bi şahiyeke ku dê tu caran neyê jibîrkirin bi dawî dibe. Di navbera wê sibeha zû û şeva germ de havîna dirêj a Mominko derbas dibe. Havîna wî ya tije tav û firtone. Vê havînê dikarî weke yên din bi lîstik û keşfkirina cihên nû derbas bibe, bi girtina masiyan a li bin baranê û ajnekirina xweş a li ser pêlan. Lê malbata mominkan diçin û şewqeya Sêhrbazo dibînin. Û bi vê re bûyerên ecêb diqewimin. Talûke û heyecanê girtiye ser Geliyê Mominkan û dengê gavên gefxur li dora mala wan tê. Her roj tiştekî nû yê nedîtî û tije efsûn diqewime û bi rastî maliyên mala mominkan tu caran evqasî şa û kêfxweş nebûne.

Aynı yazardan

Tove Jansson — diğer kitapları

Yazar sayfası →
Keşfetmeye devam et

Benzer kitap önerileri