Se Koçrewan — Zerdeşt Cemal kitap kapağı
Diğer Dildeki Yayınlar Kürtçe

Se Koçrewan

Yayın yılı
2018
Sayfa
64
Dil
Kürtçe

Kitap hakkında

Sê Koçrewan, destana çîyayekî ye, çîya jî destana ehlekî ji qelşên zinêr kişiyaye koka ehlê çiyê û darmazîyê ji ber vê ye ev deyax û ev carrisî. Êvar bi xew’v diçûn Ez li pê diçûm Xeyyam’ek û Heyam’ek Pêrgî hev bûne li topografîya zemên Zeman, êvar Êvar, xirrûxalî Heyam, rêyeke bixof î tarî Xeyyam, şa’irekî meykêş î rêwî Lewma cirra xwe venakî Ji xefikên Epîka Modern û talûkeyên Destana Parodîk… Zerdeşt Cemal vê carê berê me dide asêgeha destan-şi’êrê û şi’êr-destanê… H.Kovan Baqî “Xeyal bîr’ek kûr e” û helbestvan tê de li paşroj û Pêşroja xwe digere. Keldûmana bermahîyên ji ristên wî difure, şahidbûna - qeydkirina demê ye. “Koçrewan”e, ji bîr’a zarokek heya goristana wî; li paş û pêş şahîşînên e’mir kin. De bajo divê ji pênûsa xwe re; “Geh li Ser Xetê geh li Bin Xetê.” Zerdeşt, deriyê helbesta xwe Ji karwanên bê al û ji koçberên bê Welat re vekiriye. Ref digire bi Qulingên Koçrewan re, li xwe û li xwedê digerin. Berfo Bari