Lı Dû Bıhûşta Berz E — Ömer Dilsöz kitap kapağı
Diğer Dildeki Yayınlar Kürtçe

Lı Dû Bıhûşta Berz E

Yayın yılı
2024
Sayfa
236
Dil
Kürtçe
Baskı
2 farklı

Kitap hakkında

Gava weha got dengê xwe hinekî zivir kir û perdeyek dengî bilindtir kir. Wa papa! Wa Şaturna! Tîrka çavên wî dakişiyan ser parşûmenê. Wehhw! Ev ji kîjan zemanî ye? Xwedê dizane, malmîrato ev ji qulên kîjan mûzexaneyê deranîye? Peh, îja! Wîî! Min jarê, min pepûkê, min pireşê, min pişînê! Lê heke rast be?! Heke ev hemû rastî be? Henek û yarî nebe? Pa!.. Pa hingê ez ê çi xwelîya heft gundan bi serê xwe dakim! Himm! Ez zanim ez ê çi bikim? Qenc e ez dû biçim!? Heke rast be jixwe ma korî çi divêt; helbet du çavên ronî… Heke wisa bû, eve min serê lodê girt û bextê min bi min re bişirî. Heke neweyî be jî, çirayê çu kesî heta berbeyanê namîne pêxistî, dê rast û xar li hev aşkere bibin. Welhasil di encamê de dîsa ez ê bi her du awayan jî bi kêrî xwe bêm û qeçune ez ê bigihêjim derencamekê.

Baskılar

ISBNYayıneviYıl
PEYWEND2024
9786257568685PEYWEND2024
Aynı yazardan

Ömer Dilsöz — diğer kitapları

Yazar sayfası →
Keşfetmeye devam et

Benzer kitap önerileri