Kitap hakkında
Jan Dost, rojnivîsk û jînenîgariya xwe nenivîsiye, wî her du cure di romanê de bi kar anîne da ku trajediya kurdan bîne zimên û behsa wêraniya bi serê miletî hatiye, bike. Gelek caran mêjûyê jî ji xwe re dike çarçoveyek û bi rûpoşa dîroknûsekî romanê dinivîse. Prof. Basillius Bawardi - Zanîngeha Bar Ilan Ev roman hewldaneke wêjeyî ya cidî ye di warê realîzma mêjûyî ya rexnegiriyê de. Bi vê romanê Jan Dost xwestiye ji xewn û hizrên realist/xeyalî derkeve, û xwe bigihîne metodolojiya di romanên hemdem de tê bikaranîn. Wî wek armanc rewşa milletê Kurd bi tevayî daye ber çavê xwe, û bi taybetî rewşa Rojavayê Kurdistanê û berî her tiştî jî şerê ku li Kobaniyê rû daye, vedibêje. Salih Sûzenî - Şair û rexnegirê edebî. Rojhilatê Kurdistanê
Baskılar
| ISBN | Yayınevi | Yıl |
|---|---|---|
| 9786259475035 | DOZ BASIM-YAYIN | 2024 |
| 9786058247604 | DARA YAYINLARI | 2017 |