Kene Miriyan Gunehe Guran — Mem Med kitap kapağı
Edebiyat Hikaye (Çeviri)

Kene Miriyan Gunehe Guran

Yayın yılı
2019
Sayfa
88
Dil
Kürtçe

Kitap hakkında

Ji bo herkes li ber min rabe û bêje kerem bike, li helbestên min binêrin û bêjin, weeeeyyy! ya tu heya niha li kîjan qulê de mayî, em li esmanan li te digeriyan, lê me tu li ser rûyê erdê dîtî, te çawa ev şahesera nivîsiye, lê li bin axê de veşartiye û ez jî bi bişêrî di bin simbêlan de “na lo hûn abartmîş dikin” bêjim, min helbestên xwe dan ber hev û weşanxane û weşanxane geriyam. Ez bêjim deh tu bêje bîst, ez bêjim bîst û tu bêje çil. Gava min digot, dosyayeke min heye ji bo çapê, ji min dipirsîn: “Cureyê wê çi ye?” -Helbest e. -Na. (kul û ta) …. -Polîtîka me ya weşandina pirtûkên helbestan tuneye. (Ez bimîzim polîtîkaya we). Min ev di dilê xwe de got.