Destpêka Edebiyata Kurdî
- Yayın yılı
- 2021
- Sayfa
- 92
- Dil
- Kürtçe
- Baskı
- 2 farklı
Kitap hakkında
Welê dixuye û tê zanîn ku xebat û tevgerên edebî yên Mehmed Uzun, bi qasî romannivîseriyê di warê lêgerîn û lêkolînên edebiyat û çanda kurdî de jî berbiçav in. Destpêka Edebiyata Kurdî, di warê lêkolînên edebiyata kurdî de gaveke hûr û kûr û nûjen e. Mehmed Uzun di vê kurtelêgerê de, li ser edebiyat, nivîskar û şahîrên herçar parçeyên kurdistanê yên xuyayî û nexuyayî ne radiweste û bi zimanekî sade û herikbar yê edebî qala wan, xebatên wan û berhemên wan dike. Edebiyata Kurdî mixabin ku gelekî wext her êş û azar kişandiye û bêgav maye, lê belê tevî vê yekê hemû kesp û kosp, keft û leftên hewçend dijwar dane pey xwe û heya roja me hatiye û hêviyeke xurt bi xwe re aniye. Destpêka Edebiyata Kurdî, heye ku mîna berhemeke kin û kurt bixuye; lê belê ew bi naverok û agahiyên ku di nava xwe de hewandiye, hêja û balkêş û dagirtiye. Ew dê bi van taybetmendiyên xwe her tim rewacdar be û herweha ew dê rê li ber nivîsar û xebatên akademîk yên edebiyata kurdî veke.
Baskılar
| ISBN | Yayınevi | Yıl |
|---|---|---|
| 9786257370493 | SEL YAYINCILIK | 2021 |
| 9789752733695 | İTHAKİ YAYINLARI | 2015 |