Çivikeke Yekbask — Yaşar Kemal kitap kapağı
Diğer Dildeki Yayınlar Kürtçe

Çivikeke Yekbask

Yayın yılı
2026
Sayfa
80
Dil
Kürtçe

Kitap hakkında

Çivîkeke Yekbask, bi silsileya bûyer û serpêhatiyên xwe yên ku li pey hev tên û mirovan şaş û metel dihêlin, bi dewlemendî û kûrbûna mirovên tê de, bi zimanê çîrokî ku carcaran dikeve dirûvê roportajeke sext û dijwar; bi kamilî romaneke Yaşar Kemal e. Kurtbûna berhemê, rastiya romanbûna wê naguherîne. Ev berhem herwiha romaneke serdemê ye jî: Bajarokekî xweyî efsûneke tarî ku nayê zanîn şêniyên wî çima terka wî kirine, midûrekî postê ku tayîna wî dane vî bajarokî lê bi tu awayî nikare here wir, şefekî siyasona trênê ku tîmsalê tenêtiyê ye û jineke ciwan a Alamancî... Û tevî hemû fantastîkiya xwe, dinyayeke rasteqîn... Gelo ev Metaforek e? Yan jî alegorî ye? Yaşar Kemal bi vê romana xwe ya kurt, sînorên gotin û vegotina xwe berz û balatir dike...

Aynı yazardan

Yaşar Kemal — diğer kitapları

Yazar sayfası →
Keşfetmeye devam et

Benzer kitap önerileri