Antolojiya Dengbajan 1 Dengbej Reso — İbrahim Şahin kitap kapağı
Diğer Dildeki Yayınlar Kürtçe

Antolojiya Dengbajan 1 Dengbej Reso

Yayın yılı
2019
Sayfa
334
Dil
Kürtçe

Kitap hakkında

...Di têgeha “dengbêj” de “deng”, di çarçoveya meqam, sewt û awazên dengbêjiyê de melodî, lorandin, xulxulandin û jenandin e. Bi maneyeke din, di nava Kurdan de li ser eşq, şer û mijarên din bûyer qewimîne, li gelek deveran ev bûyer hatine bihîstin, van bûyeran bandor li ser civakê hîştine û di nava gel de “deng” dane. ...“Bêj” jî gotin û vegotin e. Bêj peyva bijarte ye. Bêj peyva kemilî û kamilî ye. Bêj, hêz û bedewbûna hunera dengbêj e. Bêj honaka kilamê ye, vegotin û sêwirandina naveroka kilamê ye. Wêjeya kilamê bi “bêj”ê diherike û dikemile. Bêj helbest e... Bi vê wateya dengbêjiyê ya resen, Dengbêj Reso di warê awaz û strandinê de di nav dengbêjan de bêhempa ye. Gelek kilam ji şêweyê wan yê herêmî derxistine kirasekî gelemperî li wan kiriye. Kilam di destê Reso de reqisîne, xemilîne, firiyane. Kilam bi Reso neqişîne û xweş bûne. Kilam bi awazê wî şêwe girtine, bi meqamê wî xastir bûne, bi ristina wî zelal û biserûber bûne

Aynı yazardan

İbrahim Şahin — diğer kitapları

Yazar sayfası →
Keşfetmeye devam et

Benzer kitap önerileri